Ayşenûr Ozel
Bi salane astronot diçin hîvê û li wir lêkolînê dikin. Çûyîn û hatina hîvê jî gelekî bimesref û zehmet e. Ji ber vê yekê NASA bi bernameya xwe ya bi nave Artemisê dixwaze li hîvê kampeke navendî ava bike. Armanc mesken e, bi vê kampa navendî lêkolîn û xebatên li hîvê zêdetir bikin û derbasbûyîna hîvê hêsantir bikin. NASA bi bernameya Artemisê, bi vê xebatê dixwaze demeke dirêjtir li hîvê bimîne.
Ev warê jîngehê jî tabana ku bi regolîtên hîvê û bi libinên avşorî bê çêkirin. Doçent Hekim Ranajay Ghosh beşa Endezyariya Makîne û Fezayê a Zanîngeha Floridayê ya Navendî û tîma wî wisa difikirin regolîtên hîvê yên 3Dî yanê ew madeya heterojen a zinarên hîvê digire û libinên avşorî li şert û mercên hîvê bikin. Tîma Ranajay Ghosh ji bo wan libinên çêbikin bi metoda binder jettingê amûra şil a girêdanê berdidin ser pariyên toz da ku parçeyeke yekcureyî amade bike. Konut pêvajo bi bikaranîna nexşeyek peleke sêwirana dîjîtal heta her tişt temam bibe qat bi qat tê dubarekirin.
Encama van ezmûnên tîma lêkolînê di hejmareke kovara Ceramics International de û beriya wê jî di kovara New Scientistê de jî bi cîh girtiye. Ranajah Gosh ji bo vê yekê dibêje, “Ji ber ku gotara me di kovarên wekî New Scientist û Ceramics Internationalê de bi cîh girtiye, em gelekî şad in. Ji ber ku em ji zanîngeheke bi bûrsê piştgiriya fezayê dike ne, hîs dikin ji bo çanda zanînê hevkariyên me hene.”
Di encama vê xebatê de em libinên sîlînderî yên lawaz ên ji bo dêmaneke bihêztir çêbikin bi germahiyeke zêde dipijin tabanının û wan libinan jî wekî parçeyên kesk bi nav dikin. Li vir tiştekî balkêş heye libinên bi germahiyeke kêm hatine pijandin hûrhûrî bûne lê yên bi germahiyeke zêde, bi 1200 santîgrat derece hatine pijandin, bi pestoya ji 250 milyon qat ji ya atmosferê zêdetir re li ber xwe didin.
Li gorî vê xebatê ji bo em bikaribin li derveyî cihanê dêsmanan çêbikin mesken metoda binder jetting hêsantir û kêmzehmettir e. Ji bo xebatên wekî Artemisê, ji bo dêsmanan bibin û bînin alîkar e. Heke zanistvan bikaribin li ser vê metodê bi pêş de herin ne deriye ji bo hîvê ji bo li planetên din jî mirov kampê bikin rêyeke ewle bibe. Di gotara vê xebatê de nivîskarê pêşîn alîkarê lêkolînê yê mastera Gosh e. Ji beşa endezyariya makînê Nandhini Raju û Hossein Ebrahimi, Milos Krsmanovic û ji beşa endezyariya feza û hewayî Seetha Raghavan û Jayanta Kapat bi cîh digirin.
“Ev lêkolîn ji bo nîqaşa di civata keşfê ya fezayê de li ser dîtina hevsengiya di navbera bikaranîna çavkaniyên derveyî Cihanê li hember materyalên ku ji Cihanê ve cilde veguheztin de tabana alîkar,” dibêje Dr. Ghosh û berdewam dike; “Her ku em teknîkên pirbûna regolîtan bi kar tînin , bi pêş bixin, di pêşerojê de em ê di damezirandin û berfirehkirina kampên bingehîn de li ser Hîv, Mars û gerstêrkên din jî bibin xwedî.”
Gava mirov li vê xebatê dinêre şaş dimîne. Tahminen jî heta niha qet nehatiye bîra me ava şor bibe alîkar em li Hîvê kampeke navendî ava bikin û li wir lêkolînê bikin li ser feza û gerdûnê. Em niha dikarin bibêjin bi rastî jî êdî hêdî bi hêdî ji bo jiyana li planetên din gavên mezin davêjin. Bi metodên cuda û hesas li ser dixebitin û bi baldarî karê xwe didomînin. Gelo em bikaribin li wir jiyanekê ava bikin, hînî wê derê bibin an na ne xuya ye. Mesken dikare bibe mijara nîqaşê jî lê mesken yek berbiçav e em gavên mezin davêjin ji bo vê yekê.